Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Rêvebirîya Biden Dê Serdana Enqerê Bikin


Wendy Sherman
Wendy Sherman

Cîgira Wezîrê Derve yê Amerîka Wendy Sherman dê di hefteya pêş de serdana Enqere ya paytexta Tirkîyê bike.

Bi serdana Sherman re dê rêvebirîya Serok Joe Biden cara pêşî derbazî Tirkîyê be.

Wezareta Derve ya Amerîka bi daxuyanîyekê ragihand ku Sherman dê di serdanê de balê bikişîne ser girîngîya peywendîyên Washington û Enqerê.

Ji alîyê din ve Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken û hevtayê wî yê Tirk Mevlut Çavuşoglu bi rêka telefonê axifîn.

Enqerê ragihand ku her du wezîr ser agirbesta li Gaza, Afganistan, alîkarîya mirovî ya bo Sûrîyê, rewişa dawî ya rojilata Derya Sipî peyivîne.

Çaverê ye ku Serok Biden û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di Hilcivîna NATO de, ku dê di 14’ê Hezîranê de li Brukselê çêbe, hevdîtinekê çêkin.

XS
SM
MD
LG