Serokê Giştî yê Partîya Demokrata Kurdistan ya Tirkiyê (PDK-T) Mehmet Emîn Kardaş got ku di hilbijartinê de pêwîstî bi Îtifaqa Kurdistanî heye.
Kardaş got, “Em ji xwe li gel HDP’ê hedîtinan çêdikin, hewce ye ku wan hevdîtinan di xeteke stratejîk de bêtir were dewlemend kirin.”
PDK-T di 28 Nîsanê 2014’an de hate damezirandin û dû re Dadgeha Zagona Bingehîn ya Tirkîyê di derheqa wê de jiber peyîva Kurdistanê doz vekir. Ev doz 5 sal in ku berdewam dike û heta niha jî encamek derneketîye.
Tevî ku doz didome, PDK-T xebatên xwe didom e û di 29 Gulanê 2022’yan kongreya asayî li dar xist û Kardaş careke din wek serok hate hilbijartin.
Kardaş ji Dengê Amerîka re got ku PDK-T niha li Amed, Mêrdîn, Êlih (Batman), Mêrsîn û Edeneyê rêxistinkirî ye.
“Em bi tena serê xwe nikarin têkevin hilbijartinê. Pêwîst e ku an bi endamên serbixwe yan jî bi îtifaqekê têkevin hilbijartinê. Li Tirkîyê Îtifaqa Gel û Îtifaqa Milet heye û her du jî Kurdan nagirin nav xwe. Îtifaqa Gel HUDA-PAR’ê naxe nev xwe, Îtifaqa Milet jî ji HDP’ê direve.”
Kardaş îdia dike ku her du îtifaq jî naxwazin nêzikî Kurdan bikin.
“Heke em Kurd werin ba hev û îtifaqeke Kurdistanî pêk bînin wê gavê em dikarin serketî bibin. Jiber vê jî pêwîstî bi îtifaqeke Kurdistanî heye.”
Piştî ku li Tirkîyê PDK-T hate damezirandin, li ser wan doz hate vekirin û li gelek bajaran jî rastî êrîşan hatin û lewheyên PDK-T hate daxistin.
“Dema me partî damezirand, me xwest ku li hin bajarên Tirkîyê lewhayên xwe bidaliqînin, lê jiber peyva Kurdistanê li ser me gelek êrîş hatin kirin. Jiber vî jî xeyrî Mêrsîn û Edeneyê em tevahî li bajarên Kurdan bi rêxistinîne. Me 3’emîn kongreya xwe çêkir û ana gelek xebat di pêşîya me de cî digrin,” Kardaş got.