Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya bi Tawana Xiyanetê 12 Sal Cezayê Zindanê li Hemwelatîya Amerîkî-Rûsî Karelina Dibire


Ksenia Karelina
Ksenia Karelina

Dadgeheke Rûsî îro Pêncşemê 12 sal cezayê zindanê li hemwelatîya Amerîkî û Rûsî, Ksenia Karelina birî, bi sedema ku wê bi rêka şandina diravan ji sazîyeke xêrxwazî ya piştgira Ukrayna re xiyanetê kiriye.

Karelina ya 33 salî, ku li bajarê Los Angeles dijî û wek xebatkara navendeke ciwankarîyê dişuxule, li dadgeha bajarê Yekaterinburg ya herêma Uralê, sucê xwe qebûl kir.

Li heman dadgehê, doza nûçegîhanê Wall Street Journal, Evan Gershkovich jî di meha Tîrmehê de hatibû dîtin û ew jî bi heman tawanê hatibû mahkûm kirin.

Dadgehê di biryara xwe dde got ku karmendên lêpirsînê dît ku Karelina di 24ê Sîbata 2022an de, ku roja yekê ye dagirkierîya Rûsya ya ser axa Ukranî ye, dirav bexşandiye sazîyekê ku piştgirîya Ukrayna dike.

Piştevanên Karelina dibêjin ku wê $51.80 bexşandiye rêxistina Razom for Ukraine ya bingeh li New Yorkê, ku alîkarîya mirovahî raberî zarok û kalûpîrên Ukranî dike û piştgirîya leşkerî nade Kîevê.

Tevî ku Rûsya û delwtên Rojavayî du hefte berê jimareke dîlên destê hev guhertibûn, Karelina di nava wan kesan de cîh nedigirt, lê parêzerê wê Mikhail Mushailov geşbînîya xwe dîyar kir ku navê wê jî di pêvguherîna paştir ya siberojê de hebe.

Karelina li Rûsya hatibû dine û di sala 2012an de bi programeke xebat û xwendinê hatibû Amerîka û di sala 2021an de hemwelatîya Amerîkî wergirtibû.

Wê di destpêka vê sale de, dema çûbû serdana malbata xwe ya li Yekaterinburg, ji alîyê sazîya îstixbaratî ya Rûsî, FSB hatibû girtin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG