Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kari Lake Dozê Li Berpirsên Hilbijartinên Arizonayê Radike


Kandîda Komarî Kari Lake
Kandîda Komarî Kari Lake

Kandîda Komarî ya têkçûya hilbijartinên nîvdem Kari Lake roja Înê doz li berpirsên hilbijartinên wîlayeta Arizona kir ku jimartin û pejirandina dengdana hilbijartinên nîvdem red bike û xwest ku ew wekî serketî were ragihandin.

Doz hakima hilbijartî Katie Hobbs, ku niha wezîra karûbarên derve ya Arizona ye, ligel karbidestên payebilind ên navçeya Maricopa dike armanc, li gorî dosyeya roja Înê li Dadgeha Bilind ya Maricopa.

Lake di hilbijartinên nîvdem de yek ji kandîdên Komarî yên herî payebilind bû ku di sala 2020an de îdîayên derewîn ên serokê berê Donald Trump ên sextekariya dengdêran qebûl kirin.

Doz daxwaza fermanekê dike ku Lake wek serketîya hilbijartinên parêzgariya Arizona ya 2022an e nîşan bide, an jî encamên niha red bike û hilbijartinên navçeya Maricopa dubare bike.

Di Mijdarê de, Lake bi piştgirîya Trump pêşbaziya parêzgariyê li beramber kandîda Demokrat Hobbs winda kir, piştre wê encam red kirin û bi berdewamî îdîayên nepiştraskirî li dor sextekariyên hilbijartinan li ser Twittera xwe belav kirin.

Lake, pêşkêşkera berê yê nûçeyan a televîzyonê, yek ji rêze kandîdên Komarî yên hevalbendên Trump bû ku di hilbijartinên nîvdem de pêşbaziyên wîlayetê ji dest dan.

Di dema helmeta xwe de, Lake soz da ku dengdana bi postê ya wîlayetê qedexe bike, ku xwedî tewriyên komployan îdia dikin ew dikare bêhtir rastî sextekariyê bibe û ev yek di nav dengdêran de bêbaweriya derbarê ewlehiya dengdanê ku bi sed hezaran Amerîkî bikar tînin zêde dike.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG