Li gor rapora Meclîsa Ewlekarîya Kar û Saxlemîya Xebatê ya Stenbolê (ÎSÎG) di nav 7 mehên vê salê de 4 ji wan zarok, 11 karkarên demsalî jîyana xwe ji dest dane û 121 kesên din jî birîndar bûne.
Piranîya wan bûyeran li Enqere, Konya, Eskîşehîr û deşta Anatolîya Navîn dixebitin.
Dîsa, di van demên dawî de gelek karkerên demsalî rastî êrîşên netewperestî hatine.
Serokê Giştî yê Sendîkaya Daristan û Çandinîyê Ahmet Keleş dibêje ku mercên jîyana wan karkeran ji asta mafên mirovî dûr e.
“Jîyana wan jixwe di nav bêbextîyeke de ye jiber ku şert û mercên wan dijwar in û di ser de jî dibin armanca êrîşên nîjadperestî. Pir kesên ji wan ji bajarên xwe derketine û hatine deştên metropolên Tirkîyê. Hinek ji wan di rê de dimirin hinekên din jî nexweş dikevin.”
Keleş bi bîr dixe ku her sal li bajarên Kurdan yên wek Amed, Ruha, Mêrdîn, Dîlok, Semsûr bi hezaran karkerên demsalî tên deşta Anatolîya Navîn.
Ew karbidestên hikûmetê rexne dike ku jibo parastina wan karkerên demsalî ti bergirî nayên girtin.
“Li Tirkîyê jibo ev karkerên demsalî ji alîyê dewletê ve ti plansazîyeke çareserîye nehatiye çêkirin. Ew ne pênaber in jî, ew hemwelatîyên Tirkîyê ne, lê pir caran rewşa wan ji ya pênaberan jî xirabtir e. Ger ew xwe rêxistin bikin, hîngê ewê bikaribin ku dengê xwe bigîhîjînin her derî.”
Li Tirkîyê di derheqê hejmarên karkerên demsalî de statîstîkeke berbiçav tuneye, lê hin lêkolîn dîyar dikin ku nêzî 200 hezar karkarên çandinîyê hene ku bi malbatên wan ew hejmar digiheje dora 400 hezaran.