Perlemana Herêma Kurdistana Îraqê roja Pêncşembî kom dibe û çaverê dihêt kirin ji bo encamdana danûstandinan li ser budceya herêma Kurdistanê be.
Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, endamê perlemana herêmê ser bi frakisyona ‘Gorran’, Karwan Salih Ehmed dibêje ‘Gorran’ daxaz kirye bernivîsa budcê dubare biçit pêş hikûmetê ji bo rast kirina kêmasiyên budcê.
Birêz Karwan her wiha got ku piraniya têbîniyên 'Gorran’ li ser budcê hatin berçav girtin.
Ji bo guhdarî kirina wê hevpeyvînê, fayla dengî yê rexê rastê vê perê kilik bike.