Çekdarên gumanbar roja Duşemê pênc leşker li Keşmîra ser bi Hindistanê ve kuştin û alozî gur bû piştî çend kuştinên sivîlan.
Berdevkekî artêşa Hindistanê got ku ew bûyera herî kujer bû ser hêzên leşkerî yên li herêmê ji meha Reşemê û vir ve, dema ku agirbestek di navbera Pakistan û Hindistanê de hatibû ragihandin.
Gulebaran li çiyayekî nêzîkî Xeta Kontrolê qewimî ku Keşmîra ji alîyê Pakistanê ve tê rêvebirin ji Hindistanê vediqetîne.
Albay Devendar Anand got ku efserek û çar leşker "di dema operasyoneke lêgerînê de ku ji aliyê sîxuran ve hatibin kuştin" û da zanîn ku operayon berdewam e.
Keşmîr di navbera her du welatên Asyaya Başûr da hatîye dabeş kirin ji serxwebûna wan ya sala 1947'an û vir ve. Her du welat jî îdîaya tevahîya Hîmalaya dikin.
Zêdetirî 30 salan e ku komên serhildêr dijî leşkerên Hindistanê şer dikin û serxwebûna Keşmîrê an jî yekbûna wê ligel Pakistanê dixwazin.
Piştî Hindistanê nîv-xweserîya Keşmîrê di sala 2019'an de hilwişandî alozî zêdetir bûne.
Di wî şerî de bi hezaran sivîl, leşker û serhildêr hatin kuştin. Hindistan Pakistanê bi piştgirîya çekdaran ve tawanbar dike.