Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cîgirê Berê yê Serokwezîrên Katalonya: Eger Bihêm Berdan Dê li Gûr Yasayê Tevbigerim


Barcelona, Spain
Barcelona, Spain

Parêzerên cîgîrê berê yê serok hikûmetê Katalonya Oriol Junqueras dibêjin, muwekilê wan dipejirîne ku, li dadgehê amade be û li gûr qaûnê tev bigere.

Junqueras piştî referanduma Serxwebûna Katalonya ji aliyê desthilata Madrîd ve hat girtin û bi tawana ku, dest ligel cûdaxwaziya ne yasayî ya herêma katalonya ya zengîn hebû, ew niha li girtîgehê ye, hewil dide serbest bihê berdan û di parlamenê de cih bigire piştî hilbijartinên meha bûrî yên palamena herêma Katalonya.

Serdozgerê giştî dibêje, pêwîste ew di girtîgehê de bimîne ji ber ku wî dest ligel tawanên din jî hebûye.

Andreu Van den Eynde, parêzerê Junqueras dibêje, Oriol Junqueras, soz daye ku ew dest bi diyalogê bike li gel karbidestên Îspanya û derbarê pirsa Katalonya danûstendinan encam bidin.

Parêzer dibêje, "wî daxwaza azadkirinê kirîye, da ku nûnertiya wan kesan bike yên ku deng dane wî, da ku ligel malbata xwe be û rê bihê xweşkirin da ku, li gûr siyasetek hekîmane îdara rewşa heyî bike".

Ji hejî bîrxistinê ye ku, li meha Mijdara bûrî xelkê Katalonya referanduma serxwebûnê encamda bû. Wan dixwestin ji Îspanya cûda bibin, hikûmeta Madrîd ev yek weke pêngavek ne yasayî nirxand bû. Gelek kesên berpirs ji encamdana referandumê hatin girtin.

Carles Puigdemont serok hikûmetê berê yê Katalonya reviya bû dervey welat, niha ew li Belcîka dimîne, Îspaniya daxwaza radest kirina wî ji karbidestên Belcîka dike, lê herêma Katalonya meha bûrê hilbijartinên parlamenê encamdan, aligirên cûdxwaziyê piraniya dengan bidest xist bûn, Oriol Junqueras yê niha girtî, di hilbjartinan de deng anî bûn û weke endamê parlamena Katalonya hat bû hilbijartin.

XS
SM
MD
LG