Hikûmeta herêmî ya Katalaonya dema ragihandina roja serxwebûnê ji Îspanya lêkolîn dike, hind yasadaner dibêjin dibe roja Duşemê herêma katalaonya serxwebûnê ragihîne, piştî ku, roja Yekşemê rêferandum li wê herêmê hatî encam dan, lê hikûmeta Îspanî tûnd li dij radiweste.
Carles Puigdemont serokê herêma otonom ya Katalonya ku, terefdarê cûdaxwaziyê ye dibêj, piştî referendum hat encam dan di rojên nêzîk de serxwebûn dê bihê ragihandin.
Hatiye plankirin ku, roja Çarşemê Carles Puigdemont peyvekê pêşkeş bike, herwiha tê çaverê kirin ku, roja Duşemê derbarê lêvegerîna li encamên referandumê peyvek din di parlamena herêmî de pêşkeş bike, alîgirên serokê herêma Katalonya Carles Puigdemont dibêjin, ew çaverê dikin serxwebûn Duşemê bihê ragihandin.
Îspanya daye zanîn ku, referanduma roja Yekşemê ne yasayî ye û ew bi tûndî li dij pêngavên cûdaxwaziyê radiwestin, hikûmeta Madrîd dîsan da zanîn ku, ewê hemû "tedbîrên pêwîst" li dij cûdabûna Katalonya bistînin û ewê bi hmû hêzên opozisyon re biaxivin da ku, biryarê bistînin kanê çi pêwîste li hember serxwebûna Katalonya bikin.
Piranî di wê bawerê de ne ku, hikûmeta Îspanya qet rê nade Katalaonya, ya li bakurê wî welatî cûda bibe, di be ku, "rewşa awarte" li herêma Katalonya bihê ragihandin.
Şeva bûrî, Şahê Îspanya Felipe VI peyvek pêşkeşî gelê Îspanî kir û got, ew bi tûndî li dijin û got, desthilatdarên Katalanoya "bi karek neberpirsyarî " tevdigerin, Şah dîsan dibêje, Îspanya li Katalonya serweriya yasyê û desthilata destûra bingehîn dixwaze, ew herêma herî zengîn ya Îspanya ye.
Desthilata Katalonya da bû zanîn ku, nêzîkî 2.3 Mîliyon kes beşdarî di dengdana referanduma roj Yekşema de kir bûn, ji kesên beşdar bûbûn 90% dengên xwe dabûn serxwebûnê, lê jiber şîdeta di navbera polîs û dengderan de gelek kes di malên xwe de ma bûn û beşdarî di dengdanê de bûbûn.
Dadgeh nîştîmanî ya Îspanya roja Çarşemê ragihand ku, ewê lêpirsînê li dij 2 perpirsên polîsan û 2 berpirsên siyasî yên herêma Katalonya bidin destpêkirin, bi tawana dirûst kirina alozî û teşwîq kirina duberiyê, dê bên darizandin.