Parêzerên Jordi Sanchez girtiyê siyasî, çalakvan û serokê berê yê Encûmena Grûba Civaka Sivîl ya Serxwebûna Katalonya ji Îspanya dan xûyakirin ku, Sanchez dipejirîne ku, kêmasiyên qanûnî di referanduma cûdabûna Kataloyna ji Îspanya de hebûn ya ku, 1î Îlona sala bûrî hat bû encamdan.
Sanchez li xwe mûkir hatiye û ev daxûyanî daye, piştî ew weke tawanbarê hewildanên cûdaxwaziyê hatî lêpirsîn kirin, wî gotye ku, "referandumê kêmasiyên yasayî hebûn". Ev yek ji aliyê parêzerên Sanchez ve hatiye eşkerekirin yên ku nexwestine navê wan bihê eşkere kirin jiber ku, mafê wan nîne daxûyaniyên li pişt deriyên girtî bi mûwekilê wan re hatine kirin bihên eşkere kirin.
Parêzer dîsan didin zanîn ku, Sanchez meha bûrî weke endamê parlamena herêma Katalonya hat bû hilbijartin, ew daxwazê ji dadger dike, wî serbest berdin.
Sanchez bi tawan cûda xwaziyê piştî encamdana referanduma 1î Îlonê hat bû girtin û hikûmeta Madrîd biryara kontrokirina herêma katalonya dabû û gelek berpirsên herêmê tên darizandin.
Sanchez Pêncşemê tevî 3 girtiyên siyasî yên Katalonî li dadgeha bilind ya Îspanya amade bûbûn, ew bi tawana cûdaxwaziyê tên darizandin.
Li aliyekê din, Carme Forcadell berpirsa Tevgera Alîgira-Serxwebûnê, Pêncşemê gotiye ew naxwaze car din weke seroka Parlamena Herêma Katalonya bihê destnîşan kirin ku, dê civîna parlamena hilbijartî 17î meha Çile pêk bihê.
Xanim Forcadell ku, niha bi sûcê encamdana referandumê û bi tawana hewildanên cûdaxwaziyê tê lêpirsînkirin, wê gotye "dem hatiye kesek din bo postê serok parlamenê bihê destnşîşan kirin".