Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Katalonya di Cotmehê de Referanduma Serxwebûnê Dar Dixe


Serokê Rêvebirîya Xweser ya Katalonya Carles Puigdemont bi daxuyanîyekê ragihand ku ewê di 1'ê Cotmehê de referanduma serxwebûnê li dar xînin.

Puigdemont, di preskonferanseke ku bi endamên hikûmetê re pêk anî de dîyar ku bo prosesa veqetînê, wan her tişt amade kiriye.

Puigdemot da zanîn ku ewê pirsa referandumê "Hûn dixwazin Katalonya bi rêvebirîya komarî bibe dewleteke serbixwe?" be.

Pirsa referandumê dê bi Katalonî, Aranesî û Îspanyolî be, ku her sê ziman jî li Katalonya têne axaftin.

Parlamentoya Katalonya, di dawîya 2016'an re nexşerêya serxwebûnê ragihandibû û dîyar kiribû ewê di 2017'an referandumê pêk bînin.

Dadgeh û karbidestên Îspanya li dijî referandumê derdikevin. Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Îspanya di meha Sibatê de biryara serxwebûnê betal kiribû, lê hikûmeta herêmî gotibû ku ew biryara dadgehê qebûl nakin û ewê referandumê pêk bînin.

XS
SM
MD
LG