Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Katalonya Ser Derketina Derve Hişyarîyê Dike


Hikûmeta Herêmî ya Katalonya ya Îspanya dîyar kir ku jiber zêdebûna pêketinên nû yên vîrusa korona ew dikarin qedexeya derketinê ragihînin.

Medya Katalonya dide zanîn ku tevî hişyarîyên ser belavbûna vîrusa korona jî gel diçe berav û betlaneyan.

Rêvebirê Têkoşîna Dijî Vîrusa Korona ya Katalonya Jacoobo Mendioroz got ku ew dixwazin gel biparêzin û di destê wan de ji xêncî qedexeya derketinê ti rêkeke din nemaye.

Karbidestên Katalonya roja Înê ji gel xwestibûn ku heta ne mecbûr ji malê dernekevin.

Bi tedbîrên roja Înê, hejmara kesên li restoran, bar û îbadetxaneyan kom dibin hatibû sînordar kirin.


Her çiqas li herêmên din yên Îspanya jî pêketinên nû yên vîrusa korona zêde dibin jî Katalonaya bûye navenda belavbûna wê vîrusê.

XS
SM
MD
LG