Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Katalonya Hilbijartina Pêşwext li Dar Dixe


Hilbijêrên Katalonya îro Pêncşemê bo hilbijartinên giştî yên pêşwext diçin ser sindoqan.

Hilbijartin, bo nîşandana hêzên partîyên ku serxwebûnê dixwazin û yên dijî veqetîna ji Îspanya ne girîng e.

Îspanya dîyar kiribû ku referanduma serxwebûnê dijî qanûna bingehîn e û piştî krîza di navbera rêvebirîya Katalan û Madrîdê de, biryara hilbijartina pêşwext dabû.

Di referanduma serxwebûnê de alîgirên serxwebûnê bi ser ketibûn lê jiber rêjeya beşdarîyê li Katalonya nîqaş çêbûbûn.

Li parlamentoya herêmî 135 kursî hene û hejmara hilbijêran 5,5 mîlyon e.

Çavdêr dîyar dikin ku ewê rêjeya beşdarîyê li dora 80 ji sedî be û ewê alîgirên serxwebûnê û yên dijî wê hema hema bi qasî hevdu dengan bistînin.

Katalonya di 27'ê Cotmehê de serxwebûnê ragihandibû û hikûmeta Îspanya ser xala 155'an ya qanûna bingehîn parlamento fesh kiribû û kontrola herêmê bi dest xistibû.

XS
SM
MD
LG