Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Katalonya Hewil Dide Rê li Ber Kombûnan Bigire


Hikûmeta herêmî ya Katalonya ya Îspanya dê li Barselona û li dora wê dijî vîrusa korona tedbîrên nû ragihîne.

Karbidestên hikûmeta herêmî ya Katalonya hewil didin ku rê li ber kombûnan bigirin.

Li gor medya Îspanya, dê hejmara kesên li restoran, bar û îbadetxaneyan in werin sînordar kirin.

Çaverê ye ku salonên sporê jî bo 15 rojan werin girtin.

Her çiqas li 170 herêmên hejmara pêketinên nû yên vîrusa korona zêde dibe jî Katalonya navenda nû ya şewbê ye.

Agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Îspanya pirtir ji 260,000 kes bi vîrusa korona ketine 28,420 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG