Lînkên eksesibilîtî

Puigdemont: Hilweşandina Otonomîya Katalonya Dê Alozîya Heyî Kûrtir Bike


Serokê Katalonya Carles Puigdemont hişyarî dide ku krîza sîyasî dê kûrtir be, ger hikûmeta Îspanî otonomîya Katalonî hilweşîne.

Puigdemont îro Pêncşemê nameyekê ji Senato re şand û got ku hizr hilweşandina otonomî ne rêwa ye û rê li ber encamên neyênî yên rastereast ji gelê Katalonya re vedike.

Puigdemont hikûmeta Îspanî hişyar kir biryareke wiha rewşa aloz dê hîn xirabtir bike.

Çaverê ye ku Senato di rûniştineke taybet de rêvebirina rasterast ya bo Katalonya bipejirîne.

Hikûmeta Katalonî îro da zanîn ku ragihandina çaverêkirî ya serxwebûnê îro paşnîvro dê ji alîyê Puigdemont were kirin, lê wê hurgilîyên din neda.

Pispor dibêjin du rê li ber Puigdemont hene ku ya yekê ragihandina serxwebûnê ye û ya din jî biryara hilbijartinên nû ye.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG