Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Katalonya Partîyên Serxwebûnxwaz Serketî Bûn


Katalonî li Barselona encamên hilbijartinê pîroz dikin
Katalonî li Barselona encamên hilbijartinê pîroz dikin

Partîyên serxwebûnxwaz di hilbijartinên pêşwext yên Katalonya de piranîya kursîyên parlemanê bi dest xistin.

Di hilbijartinan de ti partî bi serê xwe nekarî piranî qezenc bikira, lê sê partîyên cudaxwaz bi giştî 70 kursî bi dest xistin ku du ji hejmara pêdivî zêde ye. Li parlemana Katalonya bi giştî 135 kursî hene.

Partîya serokê Katalonya Carles Puigdemont, ku hikûmeta Îspanî ji ew kar dûrxistibû, 34 kursî qezenc kirin.

Puigdemont şabûna xwe ji encamê dîyar kir û got ku gelê Katalan bi vê hilbijartinê darbeke mezin li serokwezîrê Îspanî Mariano Rajoy xist.

"Komara Katalan serketî bû, hikûmeta Îspanî şikestin xwar jiber ku darbeya wan pûç bû."

Katalonî di Cotmehê de referanduma serxwebûnê li dar xistibûn ku bi awayekî zelal piştgirî dabûn serxwebûnê.

Îspanya helwesteke tund li hember referandumê dabû û otonomîya Katalonya hilweşandibû.

XS
SM
MD
LG