Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kati Piri: Jibo Rêwabûna Hilbijartinên li Tirkîyê Divê Demîrtaş Were Berdan


Selahattin Demirtas and Kati Piri
Selahattin Demirtas and Kati Piri

Raporvana Tirkîyê ya Parlemana Ewrupî, Kati Piri dibêje ku jibo ku hilbijartinên 24’ê Heziranê rêwa bin, divê berbijarê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) yê seroktîyê, Selahattîn Demîrtaş were azad kirin.

Piri, li ser hesaba xwe ya Facebookê, bi heştega #FreeDemirtaş (Azadî ji Demîrtaş re) bal kişand ku kandîdê HDP'ê neçar hatiye hêştin ku ji zindanê kempeyna xwe ya hilbijartinê bimeşîne.

Parlemantera Hollandî bi bîr xist ku namzetê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Muharrem Înce û ya Partîya Baş Meral Akşener jî banga azadkirina Demîrtaş kirin.

"Tenê dema ku Demîrtaş were berdan, kempeyneke rêwa ya hilbijartiin dikare pêkan e û divê hemî demokrasîxwaz piştgirîya vê daxwazê bikin."

Piri dîyar kir ku bi Rewşa Awarte (OHAL) givaştinên ser azadî û mafên bingehîn pirtir kiriye.

XS
SM
MD
LG