Wezîrê Derve yê Îsraîlê Îsraîl Katz îro Pêncşemê pêşnîyarên agirbestê ya bi Hizbullahê red kir, piştî ku Amerîka û Fransa banga sekinandina şer ya jibo 21 rojan li Lubnanê kiribûn.
Katz di daxuyanîya xwe ya li ser platforma X got ku li bakur agirbest çênabe. “Emê heta serketinê bi hemî hêza xwe têkoşîna li dijî rêxistina terorê Hizbullahê bidomînin."
Gotinên Katz hêvîyên jibo çareserîyeke lezgîn ya aştîyane têk bir, piştî ku Serokwezîrê Lubnanê Necîb Mikatî hêvîya xwe dîyar kiribû ku pêkan e di demeke nêz de agirbestek li Lubnanê çêbe.
Jiber êrîşên dijwar yên Îsraîlê bi sed hezaran Lubnanî neçar mane ku ji malên xwe birevin ber bi deverên ewle.
Karbidestên Lubnanî dibêjn ku di nava çend rojên borî de bi sedan kes di encama êrîşên Îsraîlê de hatine kuştin û birîndar kirin.
Şerê du salan ya navbera Îsraîl û Hizbullaha bi piştgirîya Îranê di rojên dawî de gihêştîye asta herî xirab û tirsa operasyoneke bejayî ya ji hêla Îsraîlê ve zêde bûye.
Hizbullah ku hêzeke Şîayan e, di sala 1982’yan de ji alîyê Pasdarên Şoreşa Îranê ve li Lubnanê hatibû damezirandin ku şerê Îsraîlê bike û ji hinge heta niha li Rojhilata Navîn bûye hêza herî xurt ya Tehranê.
Amerîka, Fransa û çend hevbendên wê yên din banga agirbesta lezgîn ya 21 rojan li ser sînorê Îsraîl û Lubnanê kiribû û roja Çarşemê piştî nîqaşên germ yên di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de piştgirîya xwe ji agirbesteke li Gazayê dîyar kiribûn.
Jêder: Reuters