Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komîteya Dadwerî ya Senatoya Amerîkî Îro Ser Berbijarîya Kavanaugh Dengdanê Dike


Komîteya Dadwerî ya Civata Senatoran ya Amerîkî îro li ser erêkirina berbijarîya Brett Kavanaugh ji Dadgeha Bilind ya Amerîkî re dengdanê dike.

Di Komîteya Dadwerî de 21 senator cîh digirin û 11 ji wan Komarî, 10 jî Demokrat in.

Ger komîte berbijarîya Kavanaugh bipejirîne, hîngê ew proses diçe ber Civata Senatoranan ku Komarî li wir jî piranî ne.

Ger Kavanaugh ji hêla Civata Senatoran ve were pejirandin, ewê dê bibe yek ji neh dadwerên dadgehê û şûna Anthony Kennedy bigire ku meha borî karkenarbûna xwe ragihandibû.

Ger berbijarîya Kavanaugh ji alîyê Senato ve were pejirandin, li Dadgeha Bilind wê baskê konservatîf xurtir be.

Hêjayî balkişandinê ye ku dadwerên Dadgeha Bilind ya Amerkî heta mirinê li ser karê xwe dimînin, loma jî ew post gelek bi nirx e.

XS
SM
MD
LG