Komîteya Dadwerî ya Civata Senatoran ya Amerîkî îro biryar da ku erêkirina berbijarîya Brett Kavanaugh bo dengdanê bişîne pêş Civata Senatoran, lê divê pêşî vekolîneke Buroya Vekolînê ya Federal (FBI) li hember wî hebe.
Loma komîtê li ser daxwaza Senatorê Komarî yê eyaleta Arîzona Jeff Flake pêşnîyar kir ku dengdana erêkirina Kavanaugh ji Dadgeha Bilind ya Amerîkî, bo hefteyeke paş bixe.
Li hember Kavanaugh îdiayên cidî yên destdirêjîy seksî hene û komîte dixwaze FBI vekolîna ya hember Kavanaugh bike.
Di Komîteya Dadwerî de 21 senator cîh digirin û 11 ji wan Komarî, 10 jî Demokrat in.
Hêjayî balkişandinê ye ku dadwerên Dadgeha Bilind ya Amerkî heta mirinê li ser karê xwe dimînin, loma jî ew post gelek girîng e.
Taybetî piştî ku profesorê zanîngehê Christine Blasey Ford îdia kiribû ku Kavanaugh destdirêjîya seksî li hember wê kiribû, nerazîbûnên mezin li nav bîragiştî ya Amerîka derketibûn.