Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kavanaugh: Min Ne li Xanim Ford Ne Jî li Ti Kesên Din Destdirêjîya Seksî Nekiriye


Berbijarê Dadgeha Bilind ya Amerîka Brett Kavanaugh li Komîteya Dadwerîya Senatoya Amerîkî, îdiayên destdirêjîya seksî ya Profesor Christine Blasey Ford, ku berî Kavanugh li komîteyê axifîbû red kir.

Kavanugh dîyar kir ku îdiayên destdirêjîya seksî ‘’dabeyeke sîyasî ya plankirî û hesabkirî ye’’

Kavanaugh piştî axaftina Xanim Ford got ku ‘’Ez îro li ber Senato, welatê min û malbata min û Xwedê sond dixwim ku ez bêguneh im û min ti tawan nekiriye’’

Kavanugh da zanîn ku ew ‘’qurbanîyê kuştinkarîyeke karekter ya kirêt û pir zelal e’’ û dîyar kir ku ew bi her awayî îdiayên destdirêjîya seksî ya Xanim Fordê red dike.

‘’Piştî ku îdiayên pêşî belav bûn min xwest ku ez îfade bidim û gava hin kesên din jî îdiayên destdirêjîya seksî gotin ez şaş nebûm’’ Kavanaugh got.

Kavanugh dîyar kir ku dibe ku hin kesên din li Xanim Ford destdirêjîya seksî kiribin, lê wî bi ti awayî ne li wê ne jî li ti kesên din destdirêjîya seksî nekiriye.

Xanim Ford dabû zanîn ku ‘’ew ji xwe sed ji sedê bawer e ku’’ Kavanaugh li wî destdirêjîya seksî kiriye.

Li gor beyana Xanim Ford, ‘’destdirêjîya seksî ya Kavanugh’’ di havîna sala 1982’yan de, li şahîyeke lîseyê pêk hatiye.

Du jinên din, Deborah Ramirez û Julie Swetnick îdia dikin ku di salên 1980’yî de Kavanugh li wan destdirêjîya seksî kiriye.

Hin endamên Partîya Komarî û Serok Trump ser îdiayên destdirêjîya seksî dibêjin ku ‘’kempanyayên reşkirinê’’ ne.

Ford bi gotina ‘’Ez însanekî serbixwe me û ne pîyonê ti kesî me’’ dest bi axaftina xwe ya li komîteyê kir.

XS
SM
MD
LG