Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûniştina Doza Derhênerê Kurd Kazim Oz li Dersîmê Hat Dîtin


Doza Derhêner Kazim Oz li Dersîmê hat dîtin


Derheqa derhênerê Kurd Kazim Oz ji Bûyerên Parka Gezî, beşdarîya merasîma cenazeya Sakîne Cansiz, dersên hunerê yên li akademîya sîyasetê ya BDP'ê doz hat vekirin.

Dozgerî, "bi tawana 'endamtîya rêxistina terorê' ji 7 heta 15 salan cezayê zindanê ji Oz re dixwaze.

Rûniştina pêşî ya dozê îro Sêşemê li 2'emîn Dadgeha Cezaya Giran ya Tuncelî hat ditin û di rûniştinê de biryarek nehat dayîn û biryara kontola dadwerî ya ser Oz jî nehat rakirin.

Oz ji Dengê Amerika re behsa naveroka îdianameya dozê kir û got ku bi vê dozê ne tenê ew huner jî tê darizandin.

“Kontrola dadwerî bi serê xwe cezakirin e jiber ku liv û tevgera yekî sînordar dike.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku Oz ji Dersîmê ye û wî li Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) dest bi sînemayê kir. Berhemên Oz li gelek festîvalên cîhanî hatin xelat kirin.

Fîlm û belgefîlmên wî ev in: Ax, Fotograf, Dûr, Bahoz, Demsala Dawî: Şewaqan û Zer.

KHF_10_01_2019_Kazim_Oz
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:40 0:00


XS
SM
MD
LG