Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Derhêner Kazım Oz: Pandemî jibo Fîlmê Min yê Nû Bû Derfeteke Baş


Piştî belavbûn COVID-19 li Tirkîyê jî sektora sînemeyê jî wek hemî sektorên din kete nav rewşeke neyênî.

Li Tirkîyê bi giştî 2188 salonên sînemeyê hene ku % 45 ji wan li bajarê Stenbolê, Enqerê û Îzmîrê ne.

Niha li Tirkîyê hemû salonên sînemeyê girtî ne û ew yek di sektrora nîşandana fîlman de zararên mezin derxistiye.

Derhênerê navdar Kazim Oz bi awayekî geşbînî li vê serdema koronayê dinêre û dibêje ku carna mirov dikare ji mercên xirab tiştên baş jî derxîne.

“Wek hemî sektoran sektora sînemeyê kete nav xeterîyê. Lê ez her gav wiha difikirim, carna mirov di demên xirab de jî dikare tiştên baş çêke. Rast e dema pandemîyê de sîneme ketin tengahîyê, lê gelek fîlm jî li ser platformên dijîtal hatin temaşe kirin.”

Oz bawer dike ku mirov di her şert û nercan de pir tiştên rind biafirîne.

“Dema pandemî destpê kir di 4 mehên destpêkê de em hemû matmayî man û me nizanibû ku em çi bikin. Lê, min biryar da ku dest bi montaja fîlmê xwe ya nû bikim. Bi rastî jî min di dema pandemîyê de gelek feyde dît.”

Derhêner Oz fîlmê xwe yê nû “Jîyana Kulîyeke Berfê” bi nav kiriye û ew fîlm ser çîrokeke evîndarîyê disekine.

“Ev xebata min filmekî dirêj e û qala çîroka evîneke şikestî dike. Ev fîlm ji fîlmên ku min heta niha çêkirine cuda ye. Xencî evîneke şikestî, em di fîlm de pirsgirêka polîtîk yên Kurd û Tirkîyê jî dibînin.”

ED_05_02_2021_Kazim_Oz
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:58 0:00

XS
SM
MD
LG