Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Welîehdê Saûdî Û Serokwezîrê Iraqê 'Aramiya Herêmê' Gotûbêj Dikin


Kazimî Û Muhammed Bin Salamn li Riyad - Erebistana Saûdî 25 Hezîranê 2022
Kazimî Û Muhammed Bin Salamn li Riyad - Erebistana Saûdî 25 Hezîranê 2022

Serokwezîrê Iraqê di çarçoveya hewldanên Bexdayê yên ji bo navbeynkariya navbera Riyad û Tehranê de, roja Yekşemê li Erebistana Saûdî bi Pirensê Cîgir (Welîehid) Muhammed bin Salman re rûnişt.

Mistefa al Kazimî ku roja Şemiyê bi serdanekê gihabû Erebîstana Saûdî, tê çaverêkirin ku piştre serdana Îranê bike ku hevrikê wê yê herêmî ye, Riyad ji sala 2016'an û vir ve pêwendiyên dîplomatîk bi Îranê re qut kirine.

Ajansa fermî ya nûçeyan ya Saûdiyê ragihand ku Prens Muhammed û Kazimî behsa "têkiliyên dualî û derfetên hevkariya hevbeş" kirine û dibêje:
"Wan li ser çend mijaran danûsandin kirine ku dê piştgiriyê bidin ewlehî û aramiya herêmî û dê bihêztir bikin."

Iraqê di maweya sala derbasbûyî de mêvandarîya pênc gerên gotûbêjên di navbera herdu rikeberên herêmê de kir, rûniştina dawî di meha nîsanê de hatbû encam dan.

Kazimî di wê demê de got ku ew bawer dike ku di navbera Riyad û Tehranê de "lihevkirin nêzîk e", rengvedaneke din ya guhertina lihevkirinên siyasî li seranserî herêmê tê dîtin.

Roja şemiyê çavkaniyekî hikûmeta Iraqê diyar kir ku gera Kazimî ya Erebîstana Saûdî û Îranê "di çarçoveya hevdîtinên ku herî dawî Riyad û Tehran li Bexdayê lidarxistin bûn de pêk tê."

Çavkanîyê got ku ew danûstandin "nûnertiya nexşeya rê ji bo sererastkirina têkiliyan û vegera li ser rêya rast ya xurtkirina têkiliyên dualî" di navbera Saûdiyê û Îranê de ye.

Piştî ku desthilata Erebistana Saûdî oldarê Şîa Şêx Nîmr El Nîmr li sêdarê da, ji ber ku xwepêşandêrên Îranê êrîşî mîsyonên dîplomatîk yên Saûdî yên li Îranê kirbûn, Erebîstana Saûdî têkiliyên xwe bi Îrana re ku piraniya xelkê wê Şîa ye cemidandin, ev 6 sal in Riyadê bi qutkirina têkiliyên bersiva Tehranê dabû.

Di destpêka Adarê de, Welîehid Muhammed bin Salman got ku welatê wî û Îran "cîranên heta hetayê" ne, û "ji bo me her duyan baştir e ku em vê çareser bikin û li rêyên ku em dikarin bi hev re bijîn" bigerin.

Kazimî piştî gehiştina wî ya Erebistana Saûdî, li gorî wêneyên ku ji aliyê ofîsa wî ve hatine weşandin, li bajarê pîroz Mekkehê Umra pêk anî.

XS
SM
MD
LG