Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dengbêj Kazo Dibêje ku Korona Wek Derdê Bê Derman E


Dengbêj Kazo
Dengbêj Kazo

Hunermend Kazo ku nexweşîya Covîd-19 derbaz kir, dibêje ku korona wek derdê bê deman e.

Nexweşîya Covîd-19 herî zêde ser kesên ku temenmezin bandor dike û Dengbêj Kazo di 70 salîya xwe de bi vê nexweşîyê ket. Ew şeş roj li nexweşxanê ma û aniha li mala xwe di bin karantînayê de ye.

Hunermend Kazo gelek caran amelîyat bûye, rastî gelek nexweşîyan hatiye û êşên dijwar derbaz kiriye, lê ew dibêje ku êşa korona cûda ye.

“Ew şeva ku ez li nexweşxanê hatim razandin, germahîyek li ser min peyda bû. Di bedena min de yekser eş destpê kir. Min di go qey dilê min, hinavê min, mêlakê min di devê min de dihat û diket erdê. Rastî mirov nikare êşa vê nexweşîyê terîf bike.”

Dengbêj Kazo bi vê nexweşîyê êş dikşîne, lê agirê wî ewqas dernakeve. Kazo dema nexweşîya xwe de tedawîyê jî wiha dîyar dike:

“Sax bin doktor gelek eleqeder bûn. Dermanê ku ji Çîn’ê anîbûn didan min, tansîyona min her gav dîpîvandin û carna jî derzî li min dixistin. Aniha li malê me û baş im. Dengê min jî wek xwe ye û dikarim stranan bistirêm.”

Hêjayî balkişandinê ye ku hevjîna Kazo jî bi nexweşîya korona ketiye, lê wê nexweşî ser pîya derbaz kiriye.

ED_05_22_2020_Dengbêj_Kazo.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:54 0:00

XS
SM
MD
LG