Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamanterê HDP'ê Kemal Bulbul: Li Tirkîyê Faşîzm Bilind Dibe


Kemal Bulbul
Kemal Bulbul

Li gorî hin lêkolîn li Tirkîyê asta demokrasîyê her ku diçe dadikeve xwarê.

Di vî warî de hem opozîsyona Tirkîyê û hem jî gelên Tirkîyê bi hin çalakîyan nerazîbûnên xwe tîn ziman.

Ji van yek jî çalakîya Partîya Demokratîk Ya Gelan (HDP) ye. Di rojên çûyî de HDP'ê di çerçova “Bernama Têkoşîna Demokratîk” dest bi çalakîya “Pevgîhîna Demokratîk” kiribû.

HDP’ê li Enqerê di vê çarçoveyê de xwest ku li pêşîya Muzexaneye Girtîgeha Ulucanlar çalakîyeke bike. Her derê vê derê ji alîyê polêsan ve hate dorpêçkirin û rê nedan ku kesek here pêşîya girtigehê.

Heman astengî di rojên çûyî de dîsa hember baroyan jî hatibû çêkirin. Parlamanterên HDP'ê dema di vî warî de rewşa Tirkîyê dinîrxînin vê yeke wek faşîzama nûjen dîyar dikin.

Li ber helwesta dewletê û astengîyên ku derdikevin holê palementerên HDP'ê Kemal Bulbul wiha dibêje:

“Hem hikûmet û hem jî dewlet dixwaze ku ti kes jibo azadîyê, jibo wekhevîyê û demokrasîyê dengê xwe neke. AKP ji bo xwe her tiştî baş bibîne jî di merîyetê de aniha faşîzmeke nûjen heye. Em jî vê yekê napejirînin û bertekên xwe nîşan didin.”

Kêşa Kurd li pêşîya Tirkîyê astengîya herî mezin e. Parlamanterê HDP Îmam Taşçier jî di vî warî de radigîhîne ku heta kêşa Kurd çareser nebe pirsgirêkên Tirkîyê jê dê zêdebin. Di vî warî de Taşçier wiha qise dike:

“Me dest bi hewildaneke demokrasîyê kir. Di vê çalakîyê de aniha em dibînin ku kêşa Kurd li Tirkîyê pêşîya gelek tiştî xetimandîye. Heta ev mesela çareser nebe li Tirkîyê pirsgirêkên din jî hel nabin. Ji bo vî jî em banga hemû kesî dikin werin em pêk ve vê meselê çareser bikin.”

ED_07_15_2020_Bulbul_Taşçier
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:10 0:00


XS
SM
MD
LG