Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Burkay: Divê Tirkîye bi Kurdên Sûrîyê re Cîrantîyeke Baş Bike


Sîyasetvan Kemal Burkay dibêje ku operasyonên Tirkîyê li Rojava rewşa wê derê xirabtir kiriye û taybetî piştî ku Tirkîye ket Efrînê rewşa wê derê xirabtir kiriîye.

“Heqê Tirkîyê tuneye ku mudaxeleyî Sûrîyê bike. Pêwîst e ku Tirkîye alîkarî bide Sûrîyê ku aştî û demokrasîya Sûrîyê pêş bikeve. Ev êrîşên Tirkîyê yên ser Sûrîyê ti çareserî nayîne. Mesela Tirkîye kete Efrînê rewşa Efrînê xirabtir bû. Bi kuştin, qirkirin û dûrxistinê, li wê derê Kurd nema. Sîyaseteke wiha ti çareserî nayîne.”

Burkay dibêje ew polîtîkayên Enqerê yên hemberî bakurê Sûrîyê û Kurdan di berjewendîya Tirkîyê de nabîne.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Tirkîyê di dawîya 2022’yan de li bakurê Sûrîyê hin operasyon çêkiribûn û herî dawî jî li Moskowê di navbera Wezîrên Berevanî yên Tirkîye, Rûsya û Sûrîyê de hevdîtin pêk hatibûn.

Burkay îdia dike ku ger Tirkîye hember Kurdên Rojava cîrantîyeke baş bike, wê feyde ji wê sîyasetê bigire.

“Di demên berê de jî Tirkîye dijî Başûrê Kurdistanê derket, lê ev polîtîkaya xwe guherand. Paşê cîrantîyeke baş çêkir û ji Başûr feyde girt. Îro lazim e ku li hemberî Rojava jî Tirkîye cîrantîyeke baş çêke. Di destpêkê de wisa bû lê ev paşê hate guhertin. Lê ev sîyaseta hanê ti feydeke nade Tirkîyê û divê ew ji Kurdan re bibe cîraneke baş.”

Burkay bi tundî dijî operasyonên Tirkîyê jî derdikeve û radigîhîne ku Tirkîye li hêlekê ji Kurdan re dibêje ew birayê me ne, lê di hêla din de jî nahêle ku Kurd îdara xwe bikin.

Li ber e ku di 5’ê Rêbendanê de rêberên partîyên opozîsyonê bi mêvandarîya Serokê Giştî yê Partîya Dahatû Ahmet Davutoglu da bicivin.

Burkay ji şeş rêberên rikberîyê diwxwaze ku Sîstema Serokomarîyê biguherînin û sîstema parlamenterîzma hêzdar bînin.

“Ew behsa guhertina Zagona Bingehîn dikin, lê mixabîn dîsa jibo Kurdan tiştek tuneye. Di nav van şeş partîyan de ya herî mezin ya CHP ye, lê jibo çereserkirina pirsgirêka Kurd ti projeyeke CHP’ê tuneye. Partîya Baş jî ji xwe MHP’ê dişopîne û Kurdan red dike.”

ED_03_01_2023_Kemal_Burkay_Rojava
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:39 0:00
XS
SM
MD
LG