Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Operasyona KCD'ê de Biryara Girtina 5 Kesên Binçavkirî Hatin Dayîn


Di 20’ê mehê de li sê bajaran operasyona Kongra Civaka Demokratîk (KCD) pêk hat 24 parêzer, doktor û endazyar 45 kes hatibûn binçav kirin.

Endamê berê yê Yekîtîya Doktorên Tirkîyê Şehmus Gokalp, endazyar Hakzan Sadak, Dîyadîn Noyan, Yilmaz Kan, îrfan Kangal, bi sedema endamtîya rêxistina terore, hatin girtin.

Dû re 40 kes bi şertê kontrola dadwerî hatibûn berdan.

Hêjayî gotinê ye ku polîsan di Hezîrana sala 2018’an de du caran avêtibûn ser avahîya KCD’ê û li wir dest danîbûn ser gelek materyalên dijital ku navê van kesan di nav materayalan de hatibûn dîtin.

Hikûmeta Tirkîye, KCD’ê wek dewamîya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) dibîne.

Kongra Civaka Demokratîk di 2007’an de weke sazîyek sîwan li Amedê hatibû damezrandin, lê piştî operasyona 30’ê Hezîranê derîyên wê hatibû mor kirin.

KHF_11_24_2020_KCD Operasyon
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:46 0:00

XS
SM
MD
LG