Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

KCD'ê di Encamnameya Kongreya Xwe de Helwesta Îran û Tirkîye Rexne Kir


Civîna Civata Giştî ya Kongra Civaka Demokratîk (KCD) bi dawî bû û encamnameya wê hat belav kirin.

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axaftina xerhatinê kir û destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn, li ser parçekirina, gelan şerê cîhana ya sêyê diqewime.

“Çareserî avakirina netewa demokratîk e. Tirkîye ji xeynî qatlîaman tiştek nedaye gelan, neda gelê Kurd. Ew li ser gelê Kurd, bi tecrîda li ser rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpê kirin û herwisa cezakirina Selahattîn Demîrtaş di vê çarçovê de ye.”

Di encamnameya kongreyê de hat gotin ku di divê navbera gelê Kurd û hêzên demokrasîxwaz yên Tirkîyê û Rojhilata Navîn de tifaqeke xurt were çêkirin, Kurd yekîtîya xwe ya stratejîk ava bikin.

Encamname dîyar dike ku polîtîkayên pişaftina ku li ser zimanê dayikê tê meşandin, bi qeyûman re hatiye kûr kirin.

KCD’ê tecrîda 20 salan ya li ser Ocalan jî şermezar kir û bang li gel û civata navnetewî kir ku reaksîyon nîşan bidin û bikevin nav liv û tevgerê.

Civata Giştî ya KCD'ê xuya dike ku niha şertê şerê cîhana sêyê heye û statukoyên berê hildiweşin û yên nû ava dibin û jibo çar perçê Kurdistanê jî derfet ketiye destê gelê Kurd.

Civata Giştî êrîşa Tirkîyê ya ser Şengalê û dagirkirina Kerkûk û Efrînê careke din bi tundî şermezar kir.

KCD’ê xweserîya ku li bakurê Sûrîyê hat îlan kirin, jî silav kir û got ku ew bi gelê Rojava û Bakurê Sûrîyê re ne.

KCD’ê jibo hilbijartinên Herêma Kurdistanê jî bang kir û got ku divê hemû partîyên sîyasî di nav şertcên wekhev de beşdarî hilbijartinê bibin.

Di encamnamê de herwiha polîtîkayên darvekirinê ya Îranê jî hat lanet kirin.

KCD_09_10_2015_KCD
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:43 0:00

XS
SM
MD
LG