Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Meha Tîrmehê de 44 Jin li Tirkîyê Hatine Kuştin


Istanbul women

Li Tîrkîyê, Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) rapora xwe ya Tîrmeha 2022’an eşkere kir.

Li gor rapora KCDP’ê li Tirkîyê di meha Tîrmehê de 24 jin ji alîyê mêran ve hatine kuştin û 20 jin jî bi rengekî gumanbar mirî hatine dîtin.

KCDP zêdetirî 12 salan e ser kuştin û tundîya jinê lêkolînan dike û raporan amade dike.

Li gor pêzanînên KCDP tenê jii destpêka îsal ya 2022’an heta dawîya meha Tîrmehê 329 jin hatine kuştin.

Di raporta meha Tîrmehê de tê dîyarkirin ku 13 jin bi hinceta ku xwestina di derbarê jiyana xwe de biryar bigirên yan jî girtine hatîye kuştin.

KCDP dibêje ku wan nikaribûye ku sedema kuştina 10 jinan zelal bikin, ji 24 yên ku di vê mehê de hatine kuştin.

Lê, 13 jin jiber ku daxwaza hevberdanê an jî redkirina zewacê, 1 jin jî bi hinceta aborîyê hatine kuştin.

Di raporê de tê dîyarkirin ku di nav 24 jinan de, 14 jin ji alîyê hevjînên xwe, 2 jin ji alîyê hevjînên xwe yên berê, 3 jin ji alîyê dilketîyên xwe, 2 jin ji alîyê xizmê xwe, 1 jin ji alîyê birayê xwe, 1 jin ji alîyê kardêrê xwe û yek jin jî, ji alîyê kesekî nedîyar ve hatine kuştin.

KCDP destnîşan dike ku li gor desketinên lêkolîna jin herî zêde di nav mala xwe de hatine kuştin.

Rapor dîyar dike ku di Tîrmehê de jin li wan cîhan hatine kuştin:
12 jin di nava malên xwe de, 4 jin li nav kolanan de, 3 jin di nav seyarê de, 1 jin li hawirdora vekirî, 1 jin li cîhê kar û 1 jin jî li otelê hatine kuştin.

Di rapora KCDP’ê tê eşkere kirin ku jin herî pir bi çekên teqîner têne kuştin:
14 jin bi çekan, 4 jin bi amûrê jêkirinê, 3 jin bi derplêdanê, 1 jin bi xeniqandinê û 1 jin jî bi karanîna madeyê kîmyevî, hatine kuştin.

1-Jin Kuştin û tundîya şer jian protesto dikin, Stenbol,3 Tîrmeh,2022
1-Jin Kuştin û tundîya şer jian protesto dikin, Stenbol,3 Tîrmeh,2022

Li gor rapora Platformê neheqîyên ser jinan piştî betalkirina Peymana Stenbolê ya ji hêla hikûmeta serok Tayyîp Erdogan her ku çûye zêdetir bûye.

Platform radigîhîne ku li Tirkîyê kuştina jînê ji alîyê zilaman ve êdî rewa tê dîtin. Platform vê yekê wiha dinirxîne:

“Niha a 10 jin hatine kuştin lê sedemên kuştinên wan jiber ne dîyar e. Em sedema van kuştinan baş dizanin; li hemberî kuştin û tundîya ser jinê hemû rê hatine vekirin. jiber vê yekê jî, serên ev kuştin û tundî bi şewazekê têne girtin.Dema ku dadmendî pêşî li ber van kuştin û tundîyê negire herî dawî jî ev encam pêk tê. Jibo ku li ti kesî jiber van kuştinan ceza nayê birîn, bergirîya kuştin û tundîya nayê girtin. Ev encam jî van kuştinan tîne.”

Hûn dikarin tevahîya raportê ji ser lînka jêrîn gohdar bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:51 0:00
XS
SM
MD
LG