Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Racî Bîlîcî: Biryara Dadgeha Bilind Ya ji Doza KCK'ê Sîyasî Ye


Racî Bîlîcî Rêveberê ÎHD'ê
Racî Bîlîcî Rêveberê ÎHD'ê

Dadgeha Bilind ya Daîreya Cezaya Giran a 16’emîn biryara xwe ya derheqê doza Koma Civakên Kurdistan (KCK) da. Li gorî vê biryarê Dadgeha Bilind cezaya 118 kesi pesend kir û ya 36 kesî jî bidawî kir.

Di nav kesên ku cezaya wan hate pesendkirin de, 3 parlementerên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Leyla Guven, Musa Farisogulları û Şaredarê Mêrdînê Ahmet Turk hebûn.

Doza derbarê KCK deh sal berê hatibû vekirin. Bi cezayan dawîkirina vê dozê bû sedama bertekan. Hevserokê Giştî yê HDP Sezayî Temellî biryara Dadgeha Bilind wiha rexne kir: "Serokomar daxûyanîyeke dide, dad ji van gotinan ji bo xwe wazîfeke derdixe û cîbicîdike. Dadrêsîya bin fermanê ne zagon ne jî ferasetê dinase."

Li ser vê biryarê bertekek ji alîyî Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) jî hat. Rêveberê ÎHD’yê Racî Bîlîcî biryara Dadgeha Bilind di asteke hiqûqî de nabîne.

Bilîcî radigîhîne ku di bin bandora sîyasetê de biryar hatine dan û got "Dema pêvajoya KCK destpêkir li Tirkîyê pêvajoyeke çareserîyê hebû. Di wê demê de bi vê operasyonê hate xwestin ku pêşîya çareserîyê bê girtin. Wê demê jî me dîyar kiribû, ev operasyon tunekirina sîyaseta legal e. Ji wê demê hata niha jî heman operasyon berdewam kirin. Lê ev tunekirina sîyasî ji bo pirsgirêkên Tirkîyê çereserîyê nayne."

Bîlîcî, piştî deh salan şunda derketina vê biryarê bi konsepteke nû nîşan dide. Di vî warî de jî wiha dibêje: "Ji bo ku Kurd neyên qebûlkirin û bên redkirin ji alîyê Tirkîyê ve li her warî de konsepteke nû tête meşandin. Li ser Rojava, li ser Başûr ev gelek baş dedikeve holê. Dixwazin ku pêşketinê ku kurda bi dest xistîye bi van hewildanan bifetisînin. Bi ya min biryara ser KCK’ jî di vî warî de ye."

Raporta Eyûp Demîr 25 09 2019 Enqere
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:43 0:00


XS
SM
MD
LG