Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Saziyên Amedê Daxuyaniyeke Hevbeş Belav Dikin


Bertekên li dijî operayona KCK ku di 9ê mehê de li 183 navnîşanan li hin bajaran pêk hat, dewam dikin.

Dezgehên sivîl û partiyên siyasî li Amedê daxuyaniyek hevbeş dan û operasyon û girtin şermezar kirin.

Hevseroka HDP'a Amedê Fîlîz Buluttekin, Parlementera HDPê Dersîm Dag û evûkat Mehmet Onen derbarê operasyonê zanyarî parve kirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku 170 kes hatine binçavkirin û 25 kes hatine girtin.

Daxuyaniyê bal kişand ser hilbijartinên herêmî ku di meha Adarê de pêk tên û îdiakir ku dixwazin operasyonên bi vî rengî zêdetir bikin û HDPê ji bo hilbjartinê ji hêzê bixînin.

Biryara girtinê jibo Hevserokê HDP'a Amedê jî hat derxistin.

Evûqat Mehmet Onen got xebatên Şerîf Camci yên 11 salan ku dema rêvebirê Komela Sarmaşikê bû xistin nav dosyeyê. Wî ev yek wek sosret binav kir.

Agahiyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin

Raporta Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:48 0:00

XS
SM
MD
LG