Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partiya Demokrata Kurdistanê di Hilbijartinan de Bi Ser Dikeve


Serokê Berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî
Serokê Berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî

Partiya demokrata Kurdistanê PDKê piraniya kursiyên Parlemana Kurdistan Îraqê wergirt.

Komisyona Bilind a Hibijartinan got PDKê 45 kursî wergirtin, ku bi 11 kursiyan kêmî wergirtina piraniya 111 kursiyên parlemanê ye.

Dengdarên Kurd sala borî erê kir li dor referanduma serxwebûna Herêmê ji Îraqê, lê hikûmeta navendî ya Îraqê erêkirina encaman red kir û bi dorpêçkirina bajarê Kerkûkê bersiv da.

Yekîtî Niştimanî Kurdistan YNKê di pileya duyem de hat, li gel 21 kursiyan.

Tevgera Goran di pileya sêyem de bû. Wê PDKê û YNKê bi sextekariyê tawanbar kirin.

Berpirsê pêwendiyên giştî yê tevgera Goran Faxir Mihemed got:

“Em bawer in bêhtirî 200 hezar nasnameyên sexte di berjewendiya herdû partiyên siyasî yên sereke de hatine bikaranîn.”

Komisyona Hilbijartinên Herêmê dabeş bûbû li dor pesendkirina encamên hilbijartinan.

Çar endamên komisyonê, du ji Goran, yek ji Komele û yek ji Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê, deng li dijî pejirandina encaman dan, Lê komisyonê bi 5 endamên mayî encamên hilbijartinan pesend kirin.

Mihemed got Goran bijara baykotkirina parlemanê dide ber çavan.

Goran nîvê kursiyên xwe yên berê ji dest dan û tenê 12 kursî wergirtin.

XS
SM
MD
LG