Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevpeymanîya Ked û Azadîyê Wê Piştgirî Bide Kiliçdaroglu


Hevpeymanîya Ked û Azadîyê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku ewê di hilbijartina serokomarîyê de piştgirî bide Kemal Kiliçdaroglu.

Hevpeymanîya Ked û Azadîyê got ku Tirkîye di 14’ê Gulanê de bi krîzên sîyasî, civakî û aborî diçe ser sindoqan.

"Divê hemwelatîyên Tirkîyê li gor berpirsîyên dîrokî tevbigerin. Loma me biryar da ku di vê peyvajoyê de, ku Tirkîyê dibe qonaxeke şikestinê, em berpirsîyên xwe yên dîrok bi cîh bînin, hem li gor kevneşopîyên xwe hem jî wek deynek bo nifşên siberojê.’’

Di Hevpeymanîya Ked û Azadîyê de, Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), Partîya Karkeran ya Tirkîyê (TÎP), Partîya Kedê (EMEP), Partîya Keskan û Siberoja Çep (Yeşîl Sol Partî), Partîya Tevgera Kedkar (EHP), Partîya Azadîya Civakî (TOP) û Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF) hene.

Wê hevpeymanîyê bang li hemwelatîyên Tirkîyê kir ku di hilbijartinên parlamanteran de piştgirî bidin Hevpeymanîya Ked û Azadîyê û di ya serokomarîyê de jî dengên xwe bidin Kemal Kiliçdaroglu.

Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, jibo Hevpeymanîya Netew berbijarê serokomarîyê ye.

Piranîya anketan raber dikin ku Kiliçdaroglu li hember desthilata Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan berbijarê herî xurt e.

Jêder: Twitter

XS
SM
MD
LG