Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firoşgeha Kolektîf ya Mamosteyên Bêkarhêştî li Amedê Vebû


Li Amedê di dema rewşa awarte de 128 mamoste ji kar hatin derxistin. Piraniya wan, mamosteyên 14-15 salan bûn û endamên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Civakî (KESK) bûn.

Hin ji wan jibo debara jîyanê ketin nav lêgerînekê û berê xwe dan karên ku heta niha neceribandine.

Gelek kes kafe yan xwaringeh vekirin, hin ji wan dest bi ajalvanîyê û karên baxçe û zevîyan kirin.

Lê, çar mamoste nexwestin têkîlîya wan ji xwendevan û dibistanan qut be, loma firoşgeha alavên dibistanê vekirin.

Di firoşgeha bi navê Emek Kirtasiye pirtûk, pênûs û lazimatîyên xwendevanan tên firotin.

Mamoste Şîyar û mamoste Mehtap dibêjin piştî memurîyetîya 15 salan, kar û barên dikandarî ne hêsan e.

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin:

KHF_09_13_2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:50 0:00

XS
SM
MD
LG