Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê 247 Xebatkarên Tenduristîyê Ji COVID-19 Mirine


Kedkarên saxlemîyê ku ji COVID-19 mirine
Kedkarên saxlemîyê ku ji COVID-19 mirine

Yekîtîya Doktorên Tirkîyê (TTB) ragihand ku li Tirkîyê di nav 9 mehan de 247 xebatkarên saxlemîyê ji COVID-19 jîyanên xwe ji dest dane.

TTB dide zanîn ku tenê di meha Mijdarê de 63 xebatkarên saxlamîyê jiber koronayê mirine ku 17 ji wan doktor in.

Rêxistinên tendirustîyê ji hikûmetê dixwazin ku nexweşîya COVID-19 wek “nexweşîyeke pîşeyî” bihesibîne, lê Wezareta Saxlemîyê heta niha ew yek nepejirandiye.

Jiber COVID-19 heta niha li Tirkîyê bi giştî 16 hezarî zêdetir kes mirine. Dîsa, ser 20 mîlyon kesî zêdetir test hatine çêkirin û nêzîkî 2 mîlyon kes ji wan jî bi vê nexweşîyê ketine.

Siddik Akin
Siddik Akin

Rêvebirê Sendîkaya Kedkarên Saxlemîyê (SES) Siddik Akin bal dikşîne ku xebatkarên tendirustîyê di bin xeterîyên mezin dixebitin.

“Vîrusa korona hem li Kurdistanê û hem jî Tirkîyê gelek belav bûye. Jibo bergirîya koronayê xebatkarên me hewleke mezin didin, lê gelek ji wan dibin qurban jî.”

Akin li ser kêm bergirîyên vê nexweşîyê jî dibêje ku COVID-19 hîn wek nexweşîyeke pîşeyî nayê hesibandin.

“Di warê sîyasî de jî bergirîyên ku tên girtin têr nake. Rastî ev sistem jî nikare ku pêşî li vê pandemîyê bigire. Pêwîstî bi bergirîyên cidî hene.”

ED_14_12_2020_Covid_19_Siddik_Akin
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:10 0:00

XS
SM
MD
LG