Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kejê Bêmal Lêkolîna Xwe ya Ser Zarokên Kurd Dinirxîne


Nivîskar û lêkoler Kejê Bêmal dosyayeke berfireh bi navê "Zarokên ku ji Zimanê Xwe re Sil Bûne" amade kir ku wek babeteke girîng ya ser astengên mafê zimanê dayikê tê nirxandin.

Nivîskara Kurd Bêmal di lêkolîna xwe de balê dikişîne ser zarokên Kurd ku jiber Tirkî nizanin, wek kêmaqil li navendên rehabilîtasyonan têne perwerde kirin.

Kejê Bêmal, di lêkolîna xwe de, bi hevpeyvînên pisporan û zarokên ku li wan navendan dimînin, vê pirsê tîne pêş çavan.

Kejê Bêmal ji Dengê Amerîka re vê lêkolîna xwe dinirxîne û dibêje piranîya zarokên li van navendan perwerdê dibînin zarokên Kurd in. Ew bi berdewamî dibêje, zarokên ku bi Tirkî nizanin jî hem wek kêmaqil têne dîtin, hem jî, ji zimanê xwe yên dayikê re tên sar kirin.

Xanim Bêmal destnîşan dike, ev navendên rehabilîtasyonê yên li bajarên Kurdan û Tirkîyê bi piştgirîya dewletê wek kargehên bazirganî têne karanîn ku ev jî li hember zarokan sûcekî mirovahîyê ye.

Hêjayî gotinê ye, lêkolîna Kejê Bêmal ya bi navê "Zarokên ku ji Zimanê Xwe re Xeyîdîne" bi Tirkî hatiye nivîsîn û di malpera www.agendakurd.com de hatiye weşandin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG