Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çalakvan Û Xwepêşanderên Helebce 72 Demjimêr Mulet Didin Hikûmetê


هەلەبجە

Xwepêşander û çalakvanên parêzgeha Helbce jibo bicih anîna daxwaz û mercên wan 72 demjimêran didin hikûmeta herêma Kurdistanê.

Girtin û binçavkirina çalakvan û xwepêşanderan yên ji aliyê hikûmeta Herêmê ve hatine girtin heta biha nehatine azad kirin.

Komîta Mafên Mirov ya Parlemena Herêma Kurdistanê dibêje, ew berdewam in, li ser lêpirsîn û lidûfçûna wan girtiyan li hemû bajar û parêzgehên Herêma Kurdistanê, da ku bizanin çend girtîne, li kû di girtîne û sedemên girtina wan çine.

Di heman demê da çalakvan û xwepêşanderên Helebce 72 demjimêr mulet didin hikûmeta Herêmê da ku daxwazên wan û xizmetên pêdivî jibo parêzgeha wan êdî neyên piştguh avêtin û mandila kirin.

Bedriya Îsmaîl, biryardera Komîta Mafên Mirov di Parlemena Herêma Kurdistanê da di daxuyaniyek rojnamegerî da di dema sardana wê bo dîwana parêzgeha Helebce, Qaymeqamî û Saziyên Ewlekariyê ragihand û got"Hejmarek bûyerên neçaverê kirî rû dan, em ligel daxwzên xwepêşanderên mafdarîn ku beşdarî di tûndiyan da nekirîye û neçûne ser saziyên hikûmetê û emê serdana Germiyan, Raperîn jî bikîn, li Zaxo jî heta niha 25 kes di girtîne û serbest nehatine berdan." Bedriya dibêje.

Komîta Mafên Mirov ya Parlemena Herêma Kurdistanê
Komîta Mafên Mirov ya Parlemena Herêma Kurdistanê

Zikrî Zêbarî, Endamê Komîta Mafên Mirovan ya Parlemena Herêma Kurdistanê got"di xwepêşandanên ku hatbûn kirin da, herçende wan destûrîya xwepêşandanê nebû, lê gelek baş bû kesek nehat kuştin, raportek taybet li ser hejmara kesên hatine girtin bi horgilî dê jibo parlemenê amad bikîn".

Serdana Komîata Mafên Mirov bo Helebce di wî çaxî dabû ku xelkê nerazî yê jibo daxwazên xwe di mîtingekê da bûn, wan got ku Helbce ji Qezayê bûye Parêzgeh, lê serederiya parêzgehê ligel nayê kirin.

Basit Helebceyî, peyvdarê çalakvan û xwepêşandera ye, di daxuyaniyek rojnamegerî da ragihand ku wan 72 seat mulet dane hikûmetê bo bicih anîna daxwazên wan û serederî kirinek rast ligel rêveberiyê Helbce bikin.

Peyvdarê Şaredariya Helebce roja Yekşemê ragihnad ku ji encama ziyanên xwepêşandanên 23ê meha Tebaxê 2020 da, ew nikarin karên welatiyan birêve bibin û ewraqên wan wernagirin.

Seroka Şaredariya Helebce Kwêstan Ekrem bo Dengê Amerîka afxtîye û dibêje, ku kamerayên wan hewildanên wan kesan tomar kirîne yên ku hatine ser avahiyê wan û ziynên madî gihandine avahiyê şaredariyê, ew nikarin xizmeta xelkê xwe bikin, jiber ziyanên gihane avahiyê wan.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:44 0:00


Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG