Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kiliçdaroglu Dibêje Ew Bûye Dengê bi Hezaran Kesan


Kemal Kilicdaroglu, the leader of Turkey's main opposition Republican People's Party, walks with thousands of supporters on the 21st day of his 425-kilometer (265-mile) " March for justice " in Izmit, Turkey, July 5, 2017.
Kemal Kilicdaroglu, the leader of Turkey's main opposition Republican People's Party, walks with thousands of supporters on the 21st day of his 425-kilometer (265-mile) " March for justice " in Izmit, Turkey, July 5, 2017.

Rêberê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu got ku bi bawerîya wî ew bûye dengê bi hezaran kesên ku ji alîyê dewletê ve hatine mexdûr kirin.

Kiliçdaroglu da zanîn ku di giwaştin û eciqandina hikûmetê de bi hezaran karmedên dewletê, rojnamevan û dijberên desthilatdara sîyasî hatine ceza kirin.

“Di nav civakê de gelek mexdûr hene û em bûne dengê wan kesan. Xwezî pêdivî bi wê meşê tunebûya û demokrasî û azadîya medya hebûya û rêxistinên civakî karîba bi serbestî nerînên xwe dîyar bikirana,” wî îro ji ajansa Associated Press re got.

Ew bûye 23 roj ku Kiliçdaroglu Meşa Edelatê ya 426 kîlometre dimeşe û jibo protestokirina polîtîkayên Serkomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ji Enqerê ber bi Stenbolê ve dihere.

Meşa Kiliçdaroglu di destpêkê de bo şermezarkirina girtina parlamenterê CHPê Enîs Berberoglu bû, lê dş re mezin bû û qulipî rêdeçûneke girseyî ya hevrikên hikûmetê.

Di rojên dawî de mexdûrên hikûmetê, rojnamevan, akademîsyen û sîyasetvanên Kurd jî bo piştgirî tev li meşê bûn.

XS
SM
MD
LG