Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kombesta Welatên Kendavê 5 Û 6 Kanûnê Tê Encamdan


Arşîv
Arşîv

Çavkaniyên agihdar gote ajansa Reuters ku, Hilcivîna welatên Kendavê dê di rojên 5 û 6î meha Kanûnê de, li Kuwaitê bihê encamdan.

Derabrê pirsa kanê welatê Qatar dê beşdariyê di civînê de bike yan na?Çavkaniyên nêzîkî Komcivînê dan zanîn ku "Ev yek hêjî ne zelale".

Lê rojnama "Ra'î" ya Kuwaitî li ser malpera xwe weşandiye 'Hilcivîn dê bi temamiya endaman xwe"bihê encamdan.

Herwiha rojnama "Al-Anba'i"ya Kuwaitî di malpera elektronî de dibêje, wezareta navxwe ya Kuwaitê ragihandiye ku, bêhnvedanên salane û îdarî yên karmendên xwe rawestandine, jibo karkirin û amadekariyên Komcivîna welatên Kendavê li Kuwait.

Ji hejî bîrxistinê ye ku, alozî dinavbera welatên Kendavê de derketine, bi taybet piştî mehên bûrî, pirsgirêka Qatar ya bi hin welatên Kendavê û Misirê re peyda bûbûn.

Erebistana Saûdî, Dubai, Bahreyn û Misirê têkiliyên xwe bi Qatarê re birî bûn û 13 xal weke mercên pêşîn yên asayî kirina têkiliyan bi Qatarê re pêşkeş kir bûn û Qatar bi hevkarîya bi terorê re tawanbar kir bû, lê welatê Qatar heta niha merc û îdî'ayên wan welatan red kirine.

XS
SM
MD
LG