Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsê Mafan yê NY Kuştina Çalakvanekî LGBTQ ya Kenyayê Şermezar Dike



Berpirsê Mafên Neteweyên Yekbûyî roja Şemiyê hişyarî da li dor kuştina hovane ya çalakvanê mafên LGBTQ Edwin Chiloba li Kenya, û banga parastina zêdetir bo van cûre çalakvanan li seranserê cîhanê kir.

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan Volker Turk yê ku jiber mirina Edwin Chiloba şok bû, di twîteke xwe de got ku " mirina wî min xemgîn dike."

wî got, " bi hevgirtin rawestyane digel çalakvanên LGBTQI+ yên li seranserê cîhanê " û ew rijdbû ku "pêwîs e bilez hewildanên parastina wan bên kirin ."

Edwin Chiloba, dîzaynerê cilûbergan û modelîstê 25 salî, vê hefteyê li kêleka rê, 40 kîlometreyan li derveyî bajarokê Eldoret Valley Rift mirî hat dîtin, li gor raportên medyayî.

Laşê wî, ku nîşanên îşkenceyê lê hebûn, di nav sindoqeke hesinî de hatibû girtin.

Polîsên Kenya roja Înîyê got ku wan gumanbarekî kuştinê girtiye, ku tê bawerkirin hevalekî Edwin bû.

Efserekî polîs ku nexwest navê xwe diyar bike li Eldoret ji medyayê re got, "Ew mirineke bi êş mir. Dibe ku wan ew îşkence kiribe û dûv re çavê wî jêkiribin. Xuya ye ku ew hatiye xeniqandin."

Endamên civata LGBTQ ya Kenyayê zor caran rastî destdirêjîyan û êrişên laşî tên ji aliyê neteweya Kiristiyan ya ku bi piranî muhafezekar e. Peywediyên seksî di navbera kesên heman regez li Kenya û li seranserê Afrîqayê qedexe ye, û kesên gay bi gelemperî rastî cûdakarî an çewsandinê dibin.

Hewlên rawestandina yasayên serdema kolonyalîzma Brîtanî yên qedexekirina peywediyên seksî di navbera kesên hevregezxwaz de li Kenyayê bi ser neketin, û peywediya seksî di navbera kesên gay de tawanek e û cezayê wê 14 salan zindan e.

Mirina Chiloba tê piştî ku çalakvanekî din ê LGBTQ yê Kenyayî di Nîsana sala borî de hatibû kuştin.

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG