Di êrîşekê de li ser gundekî li bakur rojhilatê Kenyayê, çekdaran bi kêmî 14 kes îro Sêşemê kuştin.
Xaça Sor ya Kenyayî got, bi kêmî 11 kesên din jî di wê êrîşa li gundê Soko Mbuzi de birîndar bûn. Ew gund li ser sînorê Kenya bi Somalê re dikeve.
Ti alî demûdest berpirsîya êrîşê nexistiye stûyê xwe.
Ji dema ku hikûmeta Kenyayê di sala 2011’ê de leşkerên xwe jibo şerê mîlîtanên el Şebab yên ser bi el Qayîde ve şandine Somalê, çekdaran jimareke êrîş li nav axa Kenyayê pêk anîne.
Di nav wan êrîşan de, ya li ser Zanîngeha Garissa li Nîsana borî ku tê de 148 kes hatin kuştin û herwiha kuştina 67 kesên din li bazareke Nairobi sala 2013’ê jî hene.