Serokê Kenya Uhuru Kenyatta dibêje ku ew ne hevbîrê biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn ya pûçkirina hilbijartinên seroktî yên meha Tebaxê ye, lê rêz li wê biryarê digire.
Kenyatta nerazbûna xwe li ser biryarê ragihand û got ku “şeş kes dîyar kir ku ewê li dijî van gel derkevin û encama hilbijartinan nas nekin.”
Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Kenyayî ragihandibû ku encama hilbijartinên seroktî dê pûç bin û daxwaza nûkirina hilbijartinan de 60 rojan de kiribû.
Dadgehê li ser serlêdana rêberê hevrik Raila Odinga û partîya wî NASA ew doz nirxandibû. Odinga îdia kiribû ku ayarên makîneyên dengdanê ya elektronîk hatine guhertin ku Kenyatta serketî be.
Hêjayî gotinê ye ku dadgehê di biryara xwe de komîsyona serbixwe ya hilbijartinê wek berpirsa nerekûpêkîyên hilbijartinê nîşan da.