Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Alozîyên Kenya de 2 Kes li Nairobi Hatine Kuştin


Di encama mudaxeleya polîsan de 2 kes li Nairobi ya paytaxta Kenya hatine kuştin, dema polîsan hewil dida ku piştgirên rêberê opozîsyonê Raila Odinga ji hev cihê bikin.

Girseyeke mezin ya piştevanên Odinga li ser rêya firîngehê civîbûn ku pêşwazîya wî bikin, lê polîsan bi gazên îsotê û ava şidandî êrîş birin ser xwepêşanderan ku niksrin bigehijin navenda bajêr.

Hin xwenîşander bi keviran bersîva polîsan dan û di dîmenên televîzyona Kenyayî xwanê dibûn ku agir bi du otomobîlên polîsan ketibûn.

Odinga beşdarîya hilbijartinên dubare nekiribû û bang li alîgirên xwe kiribû ku hilbjartinê boykot bikin. Di encamê de tenê 39 ji sedê hilbijerên tomarkirî çûbûn ser sindoqan û Serok Uhuru Kenyatta bi 98 ji sedê dengan, careke din bûbû serok.

Jiber krîza sîyasî ya berdewam, ev demeke dirêj e ku aramîya Kenya xirabtir bûye û bandoreke neyênî li ser aborîya wî welatî çêbûye.

Rêxistinên mafên mirovan dibêjin ku heta niha, herî kêm 66 kes di dema du hilbijrtinên borî de bi tundî û tûjî hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG