Lînkên eksesibilîtî

Di Êrîşeke Xwekujî de Herî Kêm 30 Kes li Kerbela Hatin Kuştin


Êrîşvaneke jin îro Înê li Kerbela ya jibo Şîayan pîroz bombeya li ser xwe peqand û herî kêm 30 kes kuştin û 35 kesên din jî birîndar kirin, ajansa Reuters'ê ragihand.

DAIŞ'ê di ser ajansa Amaq'ê re berpirsîya êrîşa li navçeya Musayab ya li başûrê Bexda girt ser xwe. Rêxistina tundrê, ser êrîşvan ti agahî neda.

Karbidestekî ewlekarîya Îraqî dîyar kir ku êrîşvan bombe di bin cilê xwe yê herêmî yê ku tevahîya laş digire de veşartîye.

Êrîş di demeke de qewimî ku hindik maye DAIŞ li Mûsile, li hember Artêşa Îraqê û koalîsyona bi pêşengîya Amerîka bi temamî têk biçe.

Ji alîyê din ve, koalîsyon û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) li Reqa dijî DAIŞ'ê pêşde diçin ku rêxistina tundrê wî bajarî wek paytaxta xwe dibîne.

XS
SM
MD
LG