Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Duhok di Kernevaleke bi Heyecan de Piştevaniyê Dide Referandumê


Barzani di Kernevala Referandumê de li Bajarê Duhok
Barzani di Kernevala Referandumê de li Bajarê Duhok

Roja Şemiyê deh hezaran kes li yarîgeha mezin ya navenda bajarê Duhok, bi alayên Kurdiatanê di xwepêşandeke girseyî de, piştevanî da referanduma Kurdistanê ku, dê roja 25î mehê ête encam dan.

Serokê Herêma Kurdistana Masûd Barzanî beşdarî kernevala bajarê Duhok ya piştevaniya referandumê bû, Barzanî di ahengê de, gotarek pêşkeşî girseya gel kir û got "heta niha ew alternatîvê ku, em dixwazîn pêşkeşî me nahatiye kirin, jiber wê yekê em bang li gel dikîn da ku, roja 25î mehê herin dengê xwe bidin", herwiha Barzanî da zanîn ku, li Bexda hewildan hene rewşa Kurdistanê aloz bikin.

Kernevala Bajarê Duhokê
Kernevala Bajarê Duhokê

Weke di gotarên xwe yên berî niha de jî, Barzanî tekez li ser wê yekê kir ku, bawerî bi desthilatdarên Bexda nemaye, Bexda plan hene roj bo rojê rewşa Kurdan xerab bike û mafên wan mandila bike. Lê hikûmeta Îraqê dibêje, ewê referandum bibe sedema derketina pirsgirêkên nû li herêmê.

Çalakiyên piştevaniya refernaduma herêma Kurdistanê li piraniya bajar û bajarokan, herwiha li dervey herêma Kurdistanê tên berdewam kirin, ev çalakî di nava heyecanek mezin de ne, çalakî di wî çaxî de tên berdewam kirin dema ku, piraniya welatên rojavayî û yên herêmê vê referandumê red dikin, bi taybet Iraq, Îran û Tirkiye, piraniya welatan daxwazê ji berpirsên Kurd dikin da ku, referandum bihê îbtal bikin yan jî paş bêxin.

Amerîka û herwiha gelek welatên Ewûpî heta niha daxwaz ji berpirsên herêma Kurdistanê dikin, da ku referenaduma destnîşankirî encam nedin, lê Barzanî dîsan îro jî tekez kir ku, ewê gav paşda neavêjin û referandumê encam bidin.

Çavdêrê Siyasî Fehmî Selman ku, yek ji beşdarên vê kernevalê bû, bo dengê Amerîka behsa vê çalakiyê dike.

Frhmi Selman Çavdêrê Siaysî
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:36 0:00

Kernevala Duhokê
Kernevala Duhokê

Herweha mamostayê xwandingehê û çalakvan Beyar Dêreşî yek ji beşdarên kernevalê bû, Dêreşî bi heyac behsa beşdar bûn û piştevaniya girseya gel bo referandumê dike.

Beyar Dêreşî Beşdarê Kernevala Referandumê li Bajarê Duhok
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:55 0:00

XS
SM
MD
LG