Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Celewla di Navbera Kurd, Ereb û Tirkmenan de


Nahiya Celewla
Nahiya Celewla

Nahiya Celewla li parêzgeha Diyala herêmeke nakokbare di navbera hikûmeta Bexda û Hewlêrê da.

Demek dirêje, nakokî di nava pêkhateyên bajarokê Celewla da dom dikin, ji derveyî kuştin û şîdeta li bajêr pêk tê, heta nakokî li ser navê bajêr jî heye, kurd wê nahiyê weke bajarekî Kurdan nas dikin û navê wî kiriye "Gulale", Tirkmen navê wê kiriye "Qerexan" û ereb jî "Celewla" jê re dibêjin.

Nêzîke hikûmeta Îraqê û ya Herêma Kurdistanê ji rewşa aloz ya Celwela bê hêvî bibin.

Celewla piştî herifandina rejîma Sedam Husên li sala 2003ê bajarê here zêde xûn lê hatiye riştin, êdî xelkê herêmê û hin berpirsên Îraqê gihane wê bawerê eger ku tenahî û aştî vegere hemû Îraqê, dê nakokî û duberî li Celewla dom bikin.

Nahiya Celwela
Nahiya Celwela


Di 17 salên borî de sedan kes li Celewla hatine kuştin û dehan peqîn lê pêkhatine. Piştî nemana rejîma Sedam Husên, Celewla ket destên Kurdan, heta sala 2014an çekdarên DAIŞê ew bajar kontrol kir û wêrankarî pêk anî.

Lê piştî rêferandoma Kurdan û alozbûna têkiliyên Bexda û Hewlêr, bajar cardî ket jêr kontrola hêzên ewlekariya Îraqê û grûbên çekdar yên şîa û sûnî.

Fermandarê pêşmergan Îrfan Hemexan, gote Dengê Amerîka zehmete Celwela aram bibe, jiber ku xwecihên wê dilreqin li hember Kurdan û kina wan li hember Kurdan zêde ye.

Li gor pêzanînên gihane Dengê Amerîka di şerê li dij DAIŞê 186 pêşmergan giyanê xwe jidest dane û herwiha ji sala 2003 heta sala 2014an 154 welatiyên kurd li Celewla hatine kuştin.

Niha jî, alozî li herêma Xaneqîn û Celewla dom dikin û çekdarên DAIŞê çalak bûne, kurd tên kuştin, zevî û berhemên cotkarên kurd tên şewitandin, her tim DAIŞ bi wan çalakiyan tê tawanbar kirin, lê duberî di nava hêzên Kurdan û yên hikûmeta Îraqê da jî hene û her yek aliyê din bi alozî û nerihetiya wê herêmê tawanbar dike.

Raporta Dilşad Enwer ji Kerkuk 21 05 2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:15 0:00


XS
SM
MD
LG