Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Pêşmerge Dibêje li Kerkûkê Liv Tuneye, lê Tedbîr Hatine Sitandin


Rêvebirê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê red kir ku hêzên Pêşmerge ber bi Kerkûkê ve çûbin.

Wî got, Hêzên Pêşmerge tenê "tedbîr girtine" û ew liv û tevgerên Pêşmerge yên li devera Pirdê tên kirin jibo tedbîr stendinê ye li hember her hewildaneke DAIŞ'ê jibo karanîna rewşa niha heyî li herêma Kerkuk. Ev di wê demê deye ku berî niha Fermandarê Pêşmerge yê eniya Pirdê ji Dengê Amerîka re gotbû: "Me plana liv û tevgera pêşmerge ya ber bi eniya Pirdê ve hebû."

Ebdulxaliq Babîrî Karbirêvebirê Wezareta Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Dengê Amerîka re got: "Pêşmerge neçûne Pirdê û Kerkûkê, lê tedbîrên xwe standine."


"Li van deveran xetên pêwendiyê yên Hêzên Pêşmerge hene, li van eniyan DAIŞ'ê heye, dema ku rewşeke awarte çêbibe, hêzên Pêşmerge yên li herêmê divê di amade bin ji bo xwedê neke rewşa awarte çê bibe yan jî DAIŞ rewşa heyî weke fersendek bikar bîne." Divê ku Pêşmerge di amadebaşiyê de bin
wî got.

Roja Yekşemê 4ê Îlonê, 2023ê, Nûrî Heme Elî, berpirsê eniya Pirdê ya Hêzên Pêşmerge, li ser aloziyên Kerkûkê û liv û tevgera Hêzên Pêşmerge, ji Dengê Amerîka re gotbû "Me planek hebû ber bi Kerkukê ve herin, lê hin berpirsên dilsoz yên Îraqî ketin navberê û daxwaz kirin ku sebir û aram hebe."
Li aliyek din, çavkaniyek ji Wezareta Pêşmerge ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ji Dengê Amerîka re got, “Pêşmerge bêyî şêwirîna wezaretê nakeve nava ti liv û tevgeran."

Piştî ku roja Yekşemê rewşa aloziyên li Kerkûkê ber bi rewşeke asayî çû, lê roja Duşemê dîsa dest pê kir û xwepêşanderan daxwaza cezakirina kujer kir û wan kesan yên ku teqe li xwepêşandanan kirine, Karbirêvebirê Wezaretê got, "Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê ji bo çareserkirina pirsgirêkan di nava têkiliyan de ne."

"Tişta ku li Kerkûkê qewimî, rewşeke xirab e, ji bo rêgirtin li helwesta Kurdan, yan jî rêgirtin li xwepêşandanan, tiştekî xirab e û em li dijî wê ne."

Di encama şer û pevçûnên roja Şemiyê 2ê Îlonêde de, dema ku rêya navbera Kerkûk û Hewlêrê ji aliyê alîgirên Heşda Şa'ibî, hin aliyên û Ereb û Tirkmenan ve hate girtin, hin ji kurdên Kerkukê li hember wê rêgiriyê xwepêşandan encam da û alozî û pevçûn derketin, di encama şer û pevçûnan de, 4 xwepêşanderên kurd canê xwe ji dest da û 15 kesên din jî birîndar bûn.

XS
SM
MD
LG