Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Bi Deh Hezaran Pêşmerge li Dora Kerkûkê Bi Cîh Bûn


Reuters’ê îro Înê ji zarê Cîgirê Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Kosret Resûl ragihand ku bi deh hezaran çekdarên Kurd dijî "gefên" hêzên Îraqî li enîyên Kerkûkê xwe amade kirine.

Resûl dîyar kir ku xêncî bi deh hezaran pêşmerge û hêzên ewlekarîyê yên li Kerkûkê, ji do bi şev de heta niha, bi kêmî ve 6000 pêşmergeyên din çûne wî bajarî.

Walîyê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm jî ji medya Kurdî re da zanîn ku ew şer naxwazin û dixwazin kêşeyên bi Bexda re bi rêkên aştîyane çareser bibin.

XS
SM
MD
LG