Ajansa Reuters radigihîne ku hikûmeta Îraqê careke din dest bi derfirotina petrola Kerkûkê kir ku piştî girjîya ser referanduma Herêma Kurdistanê hatibû sekinandin.
Îro careke din herikîna 50,000-60,000 barîl petrol ji Kerkûkê destpê kir, lê jêderên xwecîhî ragihand ku ne zelal e kengî asta derxisitnê petrolê wê bigehije 300,000 barîl ya rêjeya sala borî.
Wezareta Neftê ya Îraqê daxwaza ajansê ya daxuyanîyekê bê bersîv hêla.
Tevî alozîyên heyî û referanduma sala borî, Serokwezîrê nû Adil Abdul Mehdî û Wezîrê Neftê Tamir Ghadhban hazir in ku bi Hewlêrê re bixebitin.
Pispor vê nûçeyê wek serketineke mezin ya Amerîka dibînin, ku piştî toleyên ser Îranê hewil dida hikûmeta navendî û ya Herêma Kurdistanê bîne ba hev.
Jiber rawestandina herikîna petrolê ji Kerkûkê ber bi bazarên cîhanî, ji sala çûyî vir ve dora 8 mîlyar dolar dahatina welêt ji dest çûbû.
Piranîya derfirotina nefta Îraqê ji bîrên li başûrê welêt tên, lê qadên neftê yên Kerkûkê kî yek jî qadên herî kevin û mezin yên Rojhilata Navîn in û tê texmîn kirin ku 9 mîlyar barîl li wê derê heye.